Önder Beyter
09 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2020
Serokê Daîreya Ewlekariyê ya Sererkaniya Îranê Ebdullah Iraqî, êrîşa fuzeyê ku wan duh li dijî baregehên Amerîkayê yên li Iraqê kir, bi bîr xist û wiha got, "Em ê di siberojeke nêzîk da toleke tundtir (ji Amerîkayê) bistînin."
Li gorî Ajansa Nûçeyan Tesnîmê, Iraqî li Erdistana navçeya Îsfehanê axivî û wiha got, "Artêşa Pasdarên Şoreşê, yek ji bazûyên rêber Ayetullah Elî Xameneyî ye û dê di siberojeke nêzîk da ji dijmin (Amerîka) toleke tundtir bistîne."
- Safewî: "Fail, CIA û Mossad in"
Şêwirmendê Bilind ê Eskerî yê Xameneyî, Yehya Rehîm Safewî jî diyar kir ku êrîşa dijî Qasim Silêmanî "bi hevkariya CIA û Mossadê" hat kirin.
Safewî di axaftina xwe ya li Binkeya Pasdarên Şoreşê ya Eşûreyê ya li Tebrîzê da wiha got, "Şebekeyên îstixbaratê yên terora navneteweyî CIA û Mossad hesabekî xelet kirin û ev cinayet kirin."
- Kuştina Silêmanî û êrîşa dijî baregeha Eyn el-Esed
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) 3yê rêbendanê ragihandibû ku Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis di êrîşa ku nêzî Balafirgeha Bexdayê hat kirin da hatin kuştin.
Di êrîşê da ligel Silêmanî û serbazên Îranî, 10 kesên ku di navê da Mihendis jî heye, hatibûn kuştin.
Rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî êrîşê da gotibû ku ew ê ji Amerîkayê tolê bistînin.
Pasdarên Şoreşê, 5 roj piştî kuştina Silêmanî duh êrîşî baregeha Eyn el-Esed a Amerîkayê kiribûn û îdia kiribûn ku di êrîşê da 80 eskerên Amerîkayê hatin kuştin. Lêbelê Serokê Amerîkayê Donald Trump jî eşkere kiribû ku di êrîşê da tu tişt bi kesî nehat û kuştî û birîndar tunene.