Önder Beyter
27 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
MOSKOWA
Serokê Dewleta Ûris Vladîmîr Pûtîn ligel Ermenistanê rêkeftina sazkirina "grûba artêşa hevbeş" îmze kir.
Di rêkeftina ku Pûtîn îmze kir da der heqê fealiyet û peywirên artêşa ku wê hevbeş were sazkirin da hûrgulî jî hene.
Di peymanê da hat destnîşankirin ji bo ku li Kafkasyayê ewlekariyê biparêze, grûb tê avakirin.
Rêkeftina ku par di meha mijdarê da di navbera herdu welatan da hatibû îmzekirin, di 14ê tîrmehê da li Dûmayê ku baskê xwarê yê parlementoya ûris e, hatibû pesendkirin.