Mustafa Melih Ahıshalı
25 Mijdar 2024•Rojanekirin: 27 Mijdar 2024
Pêşengê Îranê Elî Xamaney diyar kir, Mehkemeya Ceza ya Navneteweyî (UCM) ji ber sûcên wî yên ku li Xezeyê kirin seba Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu fermana tewqûfkirinê derxist, lê ev têrê nake, divê ji bo Netanyahu hukmê îdamkirinê were dayîn.
Li gor IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, Xamaney li Tehranê xîtabî endamên hêzên milîs (Besîc) ên girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşê kir.
Xamaney li ser sûcên mirovahiyê yên ku Îsraîl li Xeze û Libnanê dike, sekinî û wiha got, "Der heqê Netanyahu da biryara tewqûfkirinê hat dayîn, ev têrê nake. Hukmê wî îdam e. Divê ji bo pêşengên Îsraîlî yên li ser kar biryara îdamkirinê were dayîn."
Pêşengê Îranê bertek nîşan da ku qadên sivîlan tên bombebarankirin û wiha dewam kir:
"Li Xeze û Libnanê bombebarandina ser xaniyên sivîlan serkeftinek nîne. Ji ehmaqan wetrê bombebarandina ser xaniyên gel û nexweşxaneyan serkeftin e, lê bira wisa zen nekin. Kes vê wekî serkeftin nabîne. Tişta ku ev dikin serkeftin nîne, sûcê şer e."