Faruk Hanedar
25 Mijdar 2024•Rojanekirin: 26 Mijdar 2024
BEYRUT (AA) - Artêşa Îsraîlê serê sibehê 3 êrîşên esmanî birin ser herêma Dahiyeyê ya ku dikeve başûrê Beyrûta paytextê Libnanê.
Li gor NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê, di êrîşên esmanî da Taxa Hureykê ya Dahiyeyê kirin hedef.
Piştî êrîşên ku li peyê hev hatin kirin, avahî hatin kavilkirin û ji herêmê toz û dû rabû.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee kêliyek beriya êrîşan li ser hesabê xwe yê Xê 3 nexşe parve kirin û gefa êrîşan xwar. Di nexşeyan da 3 avahî hatibûn îşaretkirin.