27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2017
MOSKOVA
Hat ragihandin Vladîmîr Pûtînê Serokê Dewleta Rûsyayê û Donald Trumpê Serokê DYAyê wê sibê bi têlefonê biaxivin.
Dmîtriy Peskovê Berdevkê Çapemeniyê yê Kremlînê li Moskovayê daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir tê plankirin Pûtîn û Trump sibê bi têlefonê bipeyivin.
Peskov li ser pirsa di çapemeniya DYAyê da tê gotin Pûtîn û Trump wê roja şemiyê bi rêya têlefonê xeber bidin wiha got: "Rast e, ez vê agahiyê piştrast dikim."
Trump di kampanyaya hilbijartinê destnîşan dikin wê bi Rûsyayê ra têkiliyên erênî deyne û Moskovayê jî ragihandibû Washington gavên erênî biavêje ji bo diyalogê amade ne.