27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2017
CENEVRE
Yara Sharîfê Berdevkê Staffan de Mîsturayê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê paşdaavêtina hevdîtinên Sûriyeyê yên ku di 8ê gicûgê da li Cenevreyê bên kirin da got, "Ji aliyê me va hê paşdaavêtineke wisa di rojevê da nîne".
Berdevk Sharîf daxuyanî da nûçigihanê AAyê û gotina Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê ya li ser hevdîtinên Sûriyeyê yên ku di meha gicûgê da li Cenewreyê bên kirin nirxand.
Sharîf got ku bi tenê de Mîstura dikare biryara paşdaavêtinê bide û wiha axivî: "De Mîsturayê di hefteya pêşiya me da here New Yorkê. Ew ê pêşiyê bi Sekreterê Gişkî yê NYyê Antonîno Guterres û paşê jî bi endamên Konsêya Ewlekariyê ya NYyê ra biaxive û wisa der barê mijarê da daxuyaniyê bide. Ji aliyê me va hê paşdaavêtineke wisa di rojevê da nîne".
Lavrov gotibû ku "Hevdîtinên Cenewreyê ji 8ê gicûgê paşda avêtin dawiya mehê. Em wer difikirin ku dibê li Cenevreyê li ser mijarên wek qanûna bingehîn bê axaftin."