Nihat Kavşut
04 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2019
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yê berê û Serokê Giştî yê Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) destnîşan kir ku rast nîne ku Tirkmen û Xiristiyanên li herêmê wek 'kêmnetewe' bên hesibandin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ku ji ofîsa Barzanî hat dayîn Serokê Giştî yê PDKyê Barzanî bi parlamenterên Tirkmen û Xiristiyan yên di Meclisa Herêma Kurdistanê da hat bal hev.
Li gor agahiyan di hevdîtina ku li avahiya li Hewlêrê çêbû da bi parlamenterên Tirkmen û Xiristiyan ra geşedanên li herêmê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Barzanî diyar kir hemû heqên neteweyên li Herêma Kurdistanê li gor destûra bingehîn tê parastin û got ku cudakariya nijadî û dînî nayê qebûlkirin û her kes wekhev e.
Mesûd Barzanî diyar kir ku rast nîne ku neteweyên li herêmê wek 'kêmnetewe' bên hesibandin.
Li Meclisa HKIyê ji bona Tirkmen û Xiristiyanan kota heye û Meclisa HKIyê ji 111 parlamenterî pêk tê û 5 parlamanterên Tirkmen û 6 parlamenterên Xiristiyan hene.