04 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2019
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, "Washington Post di rûpelên xwe da cî dide terorîstê ku di lîsteya rêxistinên terorê yên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) da cî digire û Amerîkayê ji bona qefaltina wî xelatê daniye. Washington Post bi eşkereyî propagandaya terorê dike û qanûnên Amerîkayê bin pê dike."
Kalin di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir rojnameya Washington Postê nivîsa Cemîl Bayikê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê weşandiye û got ku ev skandaleke mezin e.
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin di daxuyaniya xwe da der barê mijarê da wiha got: "Washington Post di rûpelên xwe da cî dide terorîstê ku di lîsteya rêxistinên terorê yên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) da cî digire û Amerîkayê ji bona qefaltina wî xelatê daniye. Washington Post bi eşkereyî propagandaya terorê dike û qanûnên Amerîkayê bin pê dike. Ev bi azadiya çapemeniyê nayê îzahkirin. Di navbera vê û weşandina nivîsên endamên El-Kaîde yan jî DEAŞa rêxistina terorê da tu ferq tuneye. Serkirdeyê rêxistina terorê mîna nûnerê Kurdan tê nîşandan û ev beriya her tiştî dijî Kurdan heqaret e. Tirkiyeyê şerê xwe yê dijî her cure terorê û alîgirên terorê wê berdewam bike."