05 Nîsan 2019•Rojanekirin: 07 Nîsan 2019
Rejima Beşar Esed du sal berê bi xaza sarînê li Xan Şêxûnê ji 100 zêdetirî kes qir kir û salek berê jî li Dumayê bi heman çekî 78 sivîl kuşt. Saziyên navneteweyî her çiqas rejimê wek berpirsê qirkirinê bihesibînin jî der barê bûyeran da tu pêvajoyeke darazê neçû serî.
Li gor agahiyên ku nûçegihana AAyê berhev kir rejima Beşar Esed di şerê navxweyî yê ji 8 salan zêdetir e dewam dike da 216 caran çeka kîmyayî bi kar anî.
Rejimê qirqirina ewil a herî mezin di 21ê Tebaxa sala 2013an da li herêma Xutaya Rojhilat a ser paytext Şamê bir serî. Di qirkirinê da ji hezar û 400î zêdetir sivîlî can da û bûyerê jî di rojeva civaka navneteweyî da cih girt.
Serokê Amerîkayê yê wê heyamê Barack Obama gotibû ku li Sûriyeyê xeta wan ya sor bikaranîna çekên kîmyayî ye, lê digel wê daxuyaniyê Amerîka û Rûsyayê bi çareseriyeke alternatîf di nav xwe da mesele hel kirin.
Di wê heyamê da pêvajo dewrî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (RQÇK) hat kirin û ji rejimê hat xwestin ku bila hemû çekên kîmyayî yên di dest xwe da îmhe bike. RQÇKê daxuyanî da û ragihand ku ew heyam di 19ê Tebaxa sala 2014an da çû serî.
Çavkaniyên herêmî yên ku AAyê ji wan agahî hildida gotin ku ji wê tarîxê pê va jî rejimê êrîşên xwe yên bi xazên kîmyayî yên jehrî, domand.
Ev rastî jî bi bobelata ku di 4ê Nîsana sala 2017an li Xan Şêxûnê qewimî da derket meydanê.
Di qirqirina 4ê Nîsana sala 2017an qewimî da ji 100î zêdetir sivîlî can da û ji 500î jî zêdetir jî sivîl ji ber tesîra xazê birîndar bûn. Vê bûyerê jî nîşan da ku RQÇKê bi tenê envanterên Esed dabû wan, îmhe kirin û ji yên nehatine dayîn jî bê hay e.
Di 5ê Nîsanê da ekîba AAyê xwe gihand Xan Şêxûnê û li herêmê mêze kir. Dîmenên cihên bombe lê ketibûn kişand û di wan da tê dîtin ku bi tenê embarên dexl û dan hene.
Amerîkayê jî di 7ê nîsanê da bi ser Baregeha Şayratê ya balafirên bombeyên kîmyayî barkirî jê rabûbûn û aîdê rejimê bû da moşek barand.
RQÇKê ragihand ku di 19ê Nîsana sala 2017an da di nimûneyên xwîn û destava biçûk a ji kesên ji ber êrîşê hatin kuştin hatibûn hildan da xaza sarînê hat tespîtkirin.
AAyê dîmen û dosyayên ku îfadeyên şahidên bûyerê jî tê da cih digirtin di hezîrana sala 2017an da teslîmî RQÇK, Neteweyên Yekbûyî (NY), Komîsyona Lêkolîna Sûriyeyê ya Serbixwe ya Navneteweyî û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) kir.
Mîsyona lêpirsînê ya hevpar a RQÇK û NYê (JIM) jî di 26ê Cotmeha sala 2017an da rejim wek berpirsê qirkirina Xan Şêxûnê nîşan da û rapora eleqedar jî di 27ê cotmeha sala 2017an da pêşkêşî Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir.
Lê Rûsyayê di rûniştina 16ê Mijdara sala 2017an da biryara KENYê ya ku dixwest qewlê wezîfeya JIMê dirêj bike, veto kir. Ji ber vê yekê jî di 17ê Mijdara sala 2017an da rê li ber lêkolînên ku wê der barê qirqirinê bihata kirin da hat girtin.
Ji ber ku biryara JIMê bi tena serê xwe ji bo berpirsên qirkirinê li DCNê bên darizandin têrê nake heta niha li hemberî rejimê tu mueyîde nehatine kirin.
- Rêya ber bi DCNê va hat girtin
Rejimê li Xan Şêxûnê 14 caran bi çekên kîmyayî êrîş bir serî. Rejimê herî dawîn di 7ê Nîsana sala 2018an da li Dumaya navçeya Şamê êrîşa kîmyayî li dar xist. Di êrîşê da 78 sivîl hatin kuştin.
Di 1ê Adara sala 2018an da RQÇKê tespît kir ku di êrîşê da çeka kîmyayî hatiye bikaranîn. Ji bo RQÇKê raye hat dayîn ku bila ekîbeke xwe bişîne herêmê da ku ew tespît bike êrîşa bi çeka kîmyayî ji hêla kê va hatiye kirin, lê rêxistin bi hêviya biryarê nesekinîbû û ekîbeke xwe şandibû Dumayê. Lêbelê hêzên rejimê piştî êrîşa kîmyayî naçveya Dumayê bi darê zorê vala kiribûn û hildabûn bin kontrola xwe.
Êrîşên tund yên li ser Xan Şêxûna ku di bin kontrola muxalifên eskerî û komên çekdar ên dijî rejimê da ne dewam dikin.