Fatih Gazioğlu
30 Nîsan 2019•Rojanekirin: 01 Gulan 2019
Alîkarê Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Rod Rosensteînê nameya xwe ya îstifayê pêşkêşî Trumpê Serokê Amerîkayê kir.
Rosensteîn di nameya xwe de behsa sedema îstifayê nekir. Rosensteîn di nameyê da xitabî Trump kir û wiha got:
"Alîkarên wezîran 16 mehan dixebitin. Ez ji 2 salan zêdetir e dixebitim. We firsendekê xizmetê da min. We her dem sohbeteke kêfxweş bin min ra dikir. Ez ji ber hedefên we yên welatpareziyê, yekîtî, ewlehî û perwerdeyê spasiya we dikim."
Alîkarê Wezîrê Dadê Rod Rosensteîn di sala 2016an ji bo lêpirsîna îdiayên dibêjin Rûsya tevlî hilbijartina Serokatiyê ya Amerikayê bûye, Robert Muellerê wek dozgerê xwedî rayeya taybet tayîn kiribû. Piştî vê tayînê li gor îdiayan navbera Rosenteîn û Serok Trump xirab bûbû.