Elif Orhan
30 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê ji aliyê balafira ûris ve îxlalkirina sehaya asîmanî ya Tirkiyeyê de got ku "Rûsya heke ev îxlal berdewam bikin dê mecbûr bimîne ku encamên vê yekê bikêşe."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ziyareta xwe ya Şiliyê li Balafirgeha Ataturkê daxuyanî dan.
Erdogan der barê ji aliyê balafirên ûris ve îxlalkirina sehaya asîmanî ya Tirkiyeyê de got ku "Digel hemû hişyariyên îngilizî û rûsî ev îxlal çêbû û em vê îxlalê wekî encama hewldana Rûsyayê ya ji bo geşkirina qeyrana li herêmê dibînin."
Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Sehaya asîmanî ya ku hat îxlalkirin di heman demê de ji ber ku sehaya asîmanî ya NATOyê ye ji aliyê NATOyê ve jî tê şopandin. Jixwe beriya me NATOyê ev yek tespît kiriye. Rûsya heke van îxlalên xwe yên ser mafên desthilatdariyê ya Tirkiyeyê berdewam bike dê mecbûr bimîne ku encamên wê jî bikêşe."
- "Tu bersiv nedan daxwaza min a ji bo hevdîtina Pûtîn"
Erdogan diyar kir ku der barê mijarê de Balyozê Rûsyayê vexwendin Wezareta Karên Derve û wiha axivî: "Tu feydeya pêngavên bêberpirsyar ên wiha ne ji Federasyona Rûsyayê re, ne ji têikiliyên NATO-Rûsyayê re, ne aştiya herêmî ne jî ji ya gerdûnî re heye, bereksê wê gelekî zirar didê. Duh Balyozê Rûsyayê dawetî Wezareta me ya Karên Derve kirine û van mijaran hemû ragihandinê û bûyerên ku qewimîn bi tundî hatine şermezarkirin."
Erdogan diyar kir ku tu bersiv nedan daxwaza hevdîtina bi Pûtîn re û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Min gotiye Misteşarê me yê Karên Derve ku bi aliyê Rûsyayê re hevdîtin bikin û 'Ez dixwazim ku bi xwe bi Birêz Pûtîn re hevdîtin bikim'. Ji wê demê heta niha Balyozxaneya me ragihand wan lê tu bersiv nedanê."
- "Eşkere ye ku operasyonên Rûsyayê yên li herêmê ji bo ku rejima Sûriyeyê li ser piyan bihêle tên kirin"
Serokomar Erdogan der barê êrîşên hewayî yên ku Rûsya dibe ser sivîlan de jî got ku "Êrîşên ser sivîlan ên nêzî sînorên me yên Sûriyeyê di me de dibin sedema fikaran."
Erdogan wiha axivî:
"Eşkere ye ku tu eleqeya operasyonên Rûsyayê yên li herêmê bi têkoşîna dijî terorê re nîne, bi temamî ji bo ku rejima Sûriyeyê li piyan bigire tên kirin. Tu eleqeya van êrîşan bi DAEŞê re tune. Tu pêngavên li ser kozikên DAEŞê tune."
- "Em bangî civaka navneteweyî dikin ku hember îxlalên mafên mirovan de hesas bin"
Serokomar Erdogan bal kişand êrîşên ser tirkmenan ên li Sûriyeyê û wiha axivî:
"Bi taybetî herêmên li bakurê Lazqiyeyê û digel vê jî li herêmên ku lê tirkmenên sûriyeyî dijîn bombebaranên wiha hene. Em bangî civaka navneteweyî dikin ku hember van îxlalên mafên mirovan ên berbiçav hesas bin. Îro li Sûriyeyê li ber çavê her kesê zilm diqewime û ew kesên ku li ber van zilman bêdeng dimînin tu heqê wan tune ku ji encamên ku derdikevin gilîdar bin."
- "Li Bayirbûcakê 3 hezar kes niha derbasî aliyê me dibin"
Erdogan got ku li Bayirbûcakê sê hezar kes derbasî Tirkiyeyê bûn û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Li herêmê li gelek gundên tirkmenên Bayirbûcakê xistine û hê jî lê dixin. Sê hezar kes niha derbasî aliyê me dibin. Niha planên wan hatin kirin, ji aliyekî ve jî tên bicîkirin. Me der barê vê yekê de her cure bergiriyên xwe girtin. Bi taybetî niha Arîkarê Serokwezîrê me Yalçin Akdogan bi AFADê re di xebatên ku lê tên kirin de em amadehî dikin ku hemû hemnijadên xwe, penaberan dîsa li van kampan biezimînin."
- "PYD rêxistineke terorê ye, em dê bi rêxistinên terorê re çi biaxivin?"
Serokomar Erdogan der barê hevdîtinên Sûriyeyê yên li Cenevreyê de got ku PYD rêxistineke terorê ye û wiha axivî:
"Beriya her tiştî em nikarin bi rêxistineke terorê re li ser maseyê rûnin û hevdîtineke aştiyê bikin. PYD rêxistineke terorê ye, me ev yek çendî caran got. Em dê bi rêxistineke terorê re çi biaxivin? Ango heke em rabin û bi rêxistineke terorê re biaxivin ew çax ew kesên ku vê pêşniyazê tînin bila bi DAEŞê re jî li ser heman maseyê rûnin. Gelo dê bikaribin bi DAEŞê re li ser heman maseyê rûnin, mirov dikare vê yekê normal bibîne? Ew çawa normal nebe di heman demê de jî bi rêxistineke terorê yê bi vî awayî re li ser heman maseyê hevdîtina me jî mimkûn nîne."