Türkan Tosun
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Rûsyayê pêşnûmaya biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya ji bo ku Îran ambargoya çekan a li hember Yêmenê îxlal dike û ew ji ber vê bi fikar in, veto kir.
Pêşnûma ji hêla Îngiltereyê va hat amadekirin û pêşkêşî Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî kirin. Ji bilî Rûsyayê Bolîvyayê jî raya neyînî da.
Her çiqas 11 welatan piştgirî dabe jî ji ber ku Rûsya endamê daîmî ye pêşnûma nehat qebûlkirin.
Pêşnûmaya ewil ji hêla Rûsyayê ve hatibû amadekirin û Amerîkayê jî piştgirî dabû. Dihat gotin ku Îran li Yêmenê fuze û çekan dide Husiyan û guh nade mueyîdeyên NYyê, ji ber vê divê bê şermezarkirin. Lê Rûsyayê îtiraz kir û peyva "şermezarkirinê" ji pêşnumayê hat derxistin.
- Li Yemenê ambargoya çekan a li hember Husiyan hat dirêjkirin
Rûsyayê ev pêşnûma veto kir, lê pêşnûmayeke ku bi xwe amade kiriye, pêşkêş kir. Di pêşnûmayê de behsa Îranê nekir, lê got bila dema panela ku mueyîdeyan kontrol dike û raporan amade dike heta 26ê sibata 2019an bê dirêjkirin. Ev pêşnûma hat qebûlkirin.
Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Rûsyayê Vassîly Nebenzîa got ewê pêşnûmaya Îngiltereyê ya ku li herêmê bibe sedema zêdebûna rageşiyê û îfadeyên bitalûke di xwe de dihewîne wê qebûl nekin.
Nûnera Daîmî ya NYyê ya Amerîkayê Nîkkî Haleyê jî daxuyand Rûsya her tim li hember KENYyê derdikeve û nahêle ew dijî rejima Esed tevbigere û niha jî ambargoya çekan a li Yêmenê îxlal dike.
Haleyê got heke Rûsya van gavan veto bike, Amerîka û şirîkên wê jî li hember Rûsyayê wê tevdîran hildin.
Komîteya mueyîdeyê ya NYyê di rapora xwe ya dawîn de gotibû Îran fuzeyên balîstîk, techîzatên eskerî, teknolojiya wesayîtên bêmirov dide Yêmenê û ew nikarin rê li ber vê yekê bigrin ku ew nekevin destê Husiyan.