Abdullah Tel
07 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2018
ÎSLAMABAD
Serokwezîrê berê yê Pakistanê Newaz Şerîf ji ber doza gendeliyê ya der barê wî da 10 sal cezayê hepsê û 8 milyon sterlîn jî ceza xwar.
Di rûniştina biryarê ya doza "Avenfield" a ku li Îslamabadê hat kirin da biryarên der barê Newaz Şerîf, Şerîf û Meryem û zavayê wî Mihemed Safdar da hatin eşkerekirin.
Şerîf û qîza xwe çûbûn pirsa xanima xwe ya nexweş a li Londonê û ji ber vê jî bi navbeynkariya parêzerên xwe xwestibûn ku bila eşkerekirina biryarê bê taloqkirin.
Lê biryar piştî sê caran taloqkirinê li gor saeta herêmî îro di saet 16.00ê da hat eşkerekirin.
Di biryarê da ji bo Şerîf 10 sal cezayê hepsê û 8 milyon sterlîn, ji bo qîza wî Meryemê 7 sal cezayê hepsê û 2 milyon sterlîn ceza hat birîn.
Li zavayê wî Safdar jî salek cezayê hepsê hat birîn û tê payîn ku Safdarê li Pakistanê ye bê girtin û wî bişînin girtîgehê.
Doza Avenfieldê ji ber belgeyên Panamayê ku derketibûn holê û tê da hatibû îdiakirin Şerîf gendeliyê kiriye hatibû vekirin. Dadgeha Makezagonê ji ber îdiayan di sala 2017an Şerîf ji wezîfeyê hildabû.
Li gor îdiayê Şerîf, sê kurên wî, zavê wî û Wezîrê Darayiyê yê berê Îşhak Dar li Londonê di avahiya Avenfieldê da bi rêyên dereqanûnî daîre kirîne. Şerîf li dadgehê gotibû ku ew daîre aîdê wî nînin vê îdiayê red kiribû û lê qebûl kiribû ku daîreyên kurê wî hene.
Di doza Avenfieldê da der barê Şerîf da sê dozên gendeliyê hatine vekirin û ev biryar ji bo dozekî bû di mehên pêş me da wê ji bo du dozên din jî biryar bên eşkerekirin.