Haydar Şahin
07 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2018
XEZE
Îsraîlê destûr neda ku Benjamîn Ladraayê par ji bo Filistînê ji Goteborga bajarê Swêdê derketibû rê derbasî Filistînê bibe û li ser vê Hemasê Îsraîl şermezar kir.
Fewzî Berhumê Berdevkê Hemasê di daxuyaniya nivîskî da got ev qedexeya nîşan dide ku dagirkeran hewlên veşartina tecrîd, tundî û bêedaletiya li ser welatiyên Filistînê gihandiye asta herî bilind.
Berhum diyar kir ku ji ber vê tevgera Îsraîlê civaka navneteweyî ji berê zêdetir piştgiriyê dide gelê Filistînê, helwesta çalakvanê Swêdî teqdîr dikin ku piştgirî da gelê bindest ê Filistînê.
Benjamin Ladraa ji bo bertekê nîşanî zilma Îsraîlê bide par ji Goteborga bajarê Swêdê derketibû rê û dest bi meşa ber bi Filistînê kiribû, Îsraîlê destûr nedabû ku çalakvan derbasî Filistînê bibe.
Ladraa gihîştibû Urdinê û hewl dabû ku ji sînor ra derbasî Filistînê bibe lêbelê polêsên Îsraîlê destûr nedabûn û Ladraa bi qasî 6 saetan binçav kiribûn.