ERBÎL
Hat diyarkirin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Nêçîrvan Barzanî wek mêvanê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dê 31ê cotmehê roja pênşemê were Tirkiyeyê.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji dîplomatan bi dest xist Barzanî dê roja pêncşemê di saet 13.30an de bibe mêvanê Serokwezîr Erdogan. Di hevdîtinê de li ser bûyerên tundî yên li Iraqê, danûstendina petrolê ya navbera Tirkiye û HKIFê û avakirina hikûmeta nû dê bê axaftin.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku rewşa koçberên sûrî yên ji şer reviyane, rageşiya di navbera PYD û hikûmeta herêmî de jî dê bê axaftin.