Ali Cura
13 Îlon 2023•Rojanekirin: 13 Îlon 2023
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokê Koreya Bakur Kîm Jong-un hatin bal hev.
Li gor daxuyaniya Qesra Kremlînê Putîn û Kîm li Baregeha Fezayê ya Vostonçniyê hatin bal hev.
Kîm spasiya Putîn kir ku wî ew vexwendiye Rûsyayê.
Putîn daxuyand ku ziyareta Kîm ji bo Koreya Bakur di dîrokeke gelekî girîng da çêbûye û wiha axivî: "Ez bi dîtina we gelekî kêfxweş im. Ev bûyerên girîng salvegera 75emîn ya avabûna Komarê ye, salvegera 70emîn ya Şerê Rizgariyê ya Mezin e, salvegera 75emîn ya avabûna têkiliyên dîplomatîk e."
Her du serok li baregehê geriyan û atolyeya montajê ya "Angara"yê ya ku roketan dişîne fezayê û dezgeha wesayîta fezayê "Soyuz-2"yê ziyaret kirin.
Dema Putîn û Kîm li baregehê lêkolîn kirin Serokê Ajansa Fezayê ya Federal ya Rûsyayê (Roscosmos) Yuriy Borîsov û Midûrê Giştî yê Navenda Operasyona Binesaziyê ya Fezayê Nikolay Nesterçuk jî agahî dan.
Piştî hevdîtinê her du serok bi heyetên xwe ra civiyan.