Esra Taşkın
13 Îlon 2023•Rojanekirin: 13 Îlon 2023
Wezîrê Fransayê yê Berpirsê Dijîtalîzebûn û Telekomînîkasyonê Jean-Noel Barrot, ragihand ku firotina telefonên modela iPhone 12yê heta fermana duyemîn hat qedexekirin.
Barrot di daxuyaniya xwe ya li hesabê medyaya civakî ya Xê destnîşan kir ku heta Amerîka ji bo Applê rojanekirinê neyîne firotina telefonên modela iPhone 12yê hat rawestandin.
Wezîr Barrot anî ziman ku wî ji Ajansa Frekansa Neteweyî (ANFR) daxwaz kiriye ku ji bo pabendiya qedexeya navborî hemî karmendên xwe seferber bike.
Li gorî daxuyaniya ANFRê ya ku mîqdara pêlên elektromanyetîk ya ku cîhazên elektronîk bi ser mirovan de belav dike, kontrol dike, li ser 141 modelên telefonan test hatiye kirin û hat tesbîtkirin ku radyasyona ku iPhone 12 belav dike, mîqdara ku li Ewropayê îzna wê hatiye dayîn, derbas dike.
Li Ewropayê rêjeya mîqdara radyasyona ku ji telefonekê dema di berîkê de yan jî dest de be, belav dibe divê 4W/kg be. Lê derket holê ku ev mîqdar di modela telefonê ya iPhone 12ê de 5,74 W/kg ye.