ANKARA
Keştiya 6emîn a bi navê "M/T Phoenixan" a ku dê 260 hezar warîl nefta Herêma Kurdistanê bibe bazara navnetewî ji Ceyhanê rê ket.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî hilda keştiya 6emîn a bi navê "M/T Phoenixan" a ku 260 hezar warîl nefta Herêma Kurdistanê bibe bazara navneteweyî ji Ceyhanê bi rê ket. Der barê rêya ku keştî dê bi kar bîne û cihê ku dê herê de agahî nehat hildan. Heta niha ji 6 keştiyan yekê barê xwe gihande cihê ku biçe, 5 keştî jî hê li ser behrê bêyî ku barên xwe daynên diçîn û tên.
Sewqîyata nefta Herêma Kurdistanê cardin dest pê kir
Di vê navberê de ji Herêma Kurdistanê sewqiyata neftê cardin dest pê kir. Li Ceyhanê depoya ku ji bo 2,6 milyon warîlan tije bibû sewqiyata neftê hatibû sekinandin. Lê roja yekşemê sewqîyatê cardin dest pê kir. Wezareta Vejen û Çavkaniyên Siruştî daxuyand ku rojane 75 hezar warîl tê sewqkirin.
Di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de her çiqas nîqaş hebe jî, îxracata neftê dewam dike. Ji ber ku hikûmeta Iraqê gavên hiqûqî diavêje û Amerîka jî li hember firotinê derdikeve, Herêma Kurdistanê ji bo firotina neftê zehmetiyan dikşîne.