Nihat Kavşut
09 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Dewletên Yekîtiya Ewropayê li ser çend penaberan li hev nakin, lê Tirkiye ji 4 milyonî zêdetir penaberî dihewîne."
Erdogan li Jahorîna Termag Otêlê di Civîna Pêvajoya Hevkariyê ya Ewropaya Rojhilatê Başûr da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir dewletên Yekîtiya Ewropayê li ser çend penaberan li hev nakin, lê Tirkiye ji 4 milyonî zêdetir penaberî dihewîne.
Erdogan destnîşan kir di serî da dewletên Balqanan feydeyeke mezin dane hemû ewlehiya parzemîna Ewropayê û got ku lê di vê pêvajoyê da dostên me yên Ewropayî alîkariya ku hewce dikir nedan me û helwesta însanî nîşan nedan.