Türkan Tosun
09 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2019
Cotkarên li Xezeyê dijîn bi saya makîneya Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) ji gubreya heywanan û bermayiyên malê biyoxazê çêdikin.
-Cotkar Merwan Ebu Muharibê li gundê Vadî es Selkaya li ser sînorê Xezeyê dijî bi makîneya ku komîteya ICRCyê daye va biyoxazê û gubreya organîk ya ji bo nebatan çêdike.
Bi vê biyoxazê Ebu Murarib tupa mala xwe dişûxulîne, ji bo baxçeyê xwe gubreyê çêdike û bi vê gubreyê sebze û fêkiyên biqalîte digîhîne.
- "Em her roj 2-3 lître gubreya organîk çêdikin"
Ebu Muharib got beriya vê makîneyê wan her meh 2 tûp dikirîn û wiha dewam kir: "Bihayê van tûpan digîhîşt 120 şekelî (33,3 dolar). Lê piştî çêkirina biyoxazê xerckirina me ya tûpê kêm bû. Berê ji bo lîtreyek gubreya organîk me 15 şekel (qasî 4 dolaran) dida. Lê êdî em her roj 2-3 lître gubreya organîk çêdikin. 3 mehan carekê em makîneyê paqij dikin û 21 rojan dihêlin ku careke din bixebitînin. Bi saya gubreya organîk jî darên porteqalan û şitlên balîcanên sor li gor salên berê biqalîtetir bûn."
Berdevkê Xezeyê yê ICRCyê Suheyr Zakkut jî got 10 makîneyên hatine kirîn li ser gundên sînor ji cotkaran ra hatine berhevkirin.
Zakkut anî ziman ev pergal hê di asta ceribandinê da ye û got bi saya wê çandiniya organîk pêşva diçe, pirsgirêka bermayiyên organîk jî çareser bibe.
Zakkut got makîneya 700 dolarî tê kirîn bi tavê û reaksiyonên bakteriyel ên di hundirê makîneyê da ne dixebite, cotkar ji vê kêfxweş in û ew dixwazin qismeke mezin a di civakê da ev berbelav bibe.
Li gor daneyên saziyên Filistînî li Xezeya ku 12 sal in di bin dagirkeriya Îsraîlê da ye rêjeya bêkariyê ji sedî 52, rêjeya feqîriyê jî ji sedî 80yî zêdetir e.