Abdullah Tel
30 Hezîran 2017•Rojanekirin: 30 Hezîran 2017
NEW YORK
Xebatkarên rojnameya New York Timesê (NYT) ji ber dirxistina xebatkaran û planên kêmkirina personelan çalakî kirin û demekê kar li erdê hîştin (walk out).
Çalakî roja pêncşemê piştî nîvrojê bi destê sendîkaya The News Guild of New Yorkê ku xebatkarên medyayê endamên wê ne li ber avahiya NYTê hat kirin. Ji xebatkarên rojnameyê edîtor, nûçegihan û personelan cihê lê dixebitin terk kir û li ber avahiya rojnameyê kom bûn û karê di destê xwe da li erdê hîştin.
Xebatkaran dirûşmeyên wek "Heke edîtor tunebin aştî jî tune", "Ew dibêjin 'kêmkirin' em dibêjin em 'li dijî wê ne'" berz kirin.
Ji rêvebirên sendîkayê Nastarah Mohita çalakî organîze kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji 100î zêdetir endamên sendîkayê ji bo piştgiriya xebatkarên rojnameyê tevlî çalakiyê bûn û li hevalên xwe xwedî derketin.
Mohîtê diyar kir ku heke redaktor nebin rojname nikare wê îdiaya "rojnameya herî baş a dinyayê" biparêze.
Susan Guerreroya ku 17 sal e di rojnameyê da edîtoriyê dike îdia kir ku rojname dixwaze ji 109 edîtoran nivê wan ji kar derxe û ragihand ku ew li dijî vê yekê çalakiyê dikin.
Serê meha hezîranê rêveberiya rojnameyê diyar kiribû ku pêşniyaza teqawidbûnê li hin xebatkaran kirin lê heke hejmara kesên teqawid bibin negihêje hejmareke wê çaxê plana ku hin edîtor, nûçegihan û xebatkarên rojnameyê ji kar bên derxistin, wê bikin rewacê.
Xebatkaran çalakiya xwe bi qasî demekê domand û paşê vegeriyan ser karê xwe.