Ömer Koparan
14 Îlon 2025•Rojanekirin: 15 Îlon 2025
Hat ragihandin, yekîneyên eskerî yên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê derbasî nav gundên Saysûn û Cemleyê yên parêzgeha Derayê bûn.
Di nûçeya SANAya ajansa fermî ya Sûriyeyê da hat diyarkirin, hêzên Îsraîlê serê sibehê li gundên Saysûn û Cemleyê lêgerîn pêk anîn.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku qedera 18 wesayîtên eskerî yên artêşa Îsraîlê avêtin ser malan, lêgerîn-kontrol pêk anîn û her wiha yekîneyên eskerî yên cuda yên Îsraîlê li dorbera baregeha eskerî Cemleyê ya nêzîkî sînorê Golana dagirkirî, bi cih bûn.
Her wisa di nûçeyê da hat balkişandin ku liv û tevgera navborî di demekê da pêk hat ku dronên Îsraîlê li herêmê firînên keşfê kirin û ev yek di nav gel da bû sedema tirs û fikarê.
Rêveriya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe da dubarebûna derbasbûna nava çoltera Dera, Quneytra û Şamê ya hêzên Îsraîlê şermezar kir û her wiha bal kişand ku ev çalakî, hewldanên îstiqrarê têk dibin û binpêkirina bi eşkereyî ya Peymana Agirbestê ya 1974an û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.
Di daxuyaniyê da bang li civaka navneteweyî hat kirin ku van binpêkirinan rawestîne.