14 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2019
Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî, qedemaya fermanê ya Artêşa Tirkiyeyê û Hakan Fîdanê Serokê MÎTê di civîna bi şev dest pê kirin da hetanî ber destê sibê rewşa dawîn a Herekata Kaniya Aştiyê û geşedanên li herêmê hatin nirxandin û di çarçoveya agahiyan da telîmat dan.
Herekata Kaniya Aştiyê ya Artêşa Tirkiyeyê li dijî terorîstên li rojhilatê Feratê dimeşîne bi serkeftî dewam dike, di heman demê da Wezîr Akar û qedemeya fermanê ya Artêşa Tirkiyeyê ji bo sewq û îdareya herekatê mesaiyeke zêde xerc dikin.
Akar û fermandarên Herekata Kaniya Aştiyê kêlî kêlî teqîb dikin do bi şev civiyan. Akar, Orgeneral Yaşar Gulerê Sererkan, fermandarên hêzan û Hakan Fîdanê Serokê MÎTê beşdarî civîna li Wezareta Parastina Neteweyî hetanî ber destê sibê dewam kir bûn.
Di civînê da fermandarên hêzan bi rêya vîdeokonferansê va bi Navendên Herekatê û fermandarên yekîneyên li herêmê ra axivîn, dîmenên ji qadê hatine kişandin bi baldarî teqîb kirin.
Bi agahiyên hatin va rewş nirxandin û ji bo dewama herekatê bi mixatabên xwe yên ji Amerîkayê û Rûsyayê ra agahî parve kirin û ji wan agahî hildan.