10 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2019
Li Til Ebyad û Resûleyna herêmên Sûriyeyê li mizgeft û dêrên ku rêxistinên terorê tehrîb kirbûn îbadet tên kirin.
Ji ser hesaba Twîtterê ya Wezareta Parastina Neteweyî bi serenava "Mehmetçîkê Qehreman hember hemû bawerî û nirxan rêz digire, siyanetê nîşan dide û temînata azadiyan e."
Di vîdeoyê da dîmenên li Mizgefta Til Ebyadê nimêja înê û xwendina mewlûdê cî digirin, Mehmetçîk ava gulan, loqim û çîkolata îkramî cemeata mizgeftê dike.
Sûriyeyiyekî ku ji nimêka înê derdikeve diyar dike ku dê biçe malê û got ku "Kurd, Tirk, Ereb em hemû misilman in. Em hemû misilman in, em dixwazin ku gel vegere mala xwe."
- Xiristiyanên Sûriyeyî kêfxweş in
Di vîdeoyê da hat ragihandin ku dêrên Ermeniyên Ortodosk a li Til Ebyadê, Suryaniyên Ortodoks ên Suryanî ya Resûleynê û dêra Katolîk a Sîralê ya ku ji dagieriya PKK/YPGyê hatin xilaskirin ji îbadetê re hatin vekirin û jineke ortodoks a Sûriyeyî got ku "Em birastî jî gelekî kêfxweş û şad in. Em hatin vir, me ayîna xwe ya yekşemê kir. Şikir ji Xwedê ra tu pirsgirêkên me tunin, em rehet in."