14 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2019
Serokê Amerîkayê Donald Trump got di Herekata Kaniya Aştiyê ya ku armanca wê ew e ku korîdora terorê ya dixwazin li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin ji holê bê rakirin û li herêmê aştî û aramî bê pêkanîn da YPG/PKK ji bo ku Amerîkayê jî bikşîne nav pevçûnan dibe ku endamên DEAŞê berde.
Trump li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Kurd (YPG/PKK) ji bo ku me jî tevî şer bikin dibe ku hinekan (endamên DEAŞê) berdidin.
Di televîzyona Foxê ya Amerîkayê da kesekî bi navê Brian Kilmeade beşdarî bernameya "Fox&Frîends"ê bû û got Amerîka wê li herêmê bikeve nav şerekî nû. Trump şîroveya vî beşdarvanî rexne kir û wiha got: "Brian Kilmeade di "Fox and Friends"ê da mijarê bi tevahî şaş şîrove kir. Di şerekî 200 salî ya di navbera gelan da em nakevin şerekî nû. Derfeta Ewropayê hebû ku DEAŞiyên xwe yên girtî paşve hildin, lê nexwestin berdêla vê bidin û gotin bila "Amerîka berdêlê bide". Kurd ji bo ku me jî tevî şer bikin dibe ku hinekan (endamên DEAŞê) berdidin. Tirkiye û Ewropa dikarin wan bi hêsanî bigrin, lê divê lez bikin. Mueyîdeyên mezin ji bo Tirkiyeyê tên. Mirov birastî jî wisa difikirin ku emê bi Tirkeyeya welatê NATOyê ra şer bikin? Şerên bêdawî wê biqedin. Yên ku em kişandine avzêla Rojhilata Navîn niha ew kes in ku yên herî zêde dixwazin em li wir bimînin."