Nihat Kavşut
17 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Di navbera Ajansa Anadoluyê (AA) û Ajansa Nûçeyan ya Federasyona Bosna Hersekê (FENA) da peymana hevkariyê hat îmzekirin.
Bi mazûvaniya AAyê li Sheraton Grand Îstanbul Ataşehir Hotelê di Konferans û Lijneya Giştî ya 27emîn ya Yekîtiya Ajansên Nûçeyan ya Ewropaya Başûrê Rojhilat-Balkanê da Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya AAyê Şenol Kazanci û Midûrê Giştî yê FENAyê Elmir Huremovîc peymana hevkariyê îmze kirin.
Li gor peymanê wê herdu ajans bi hev ra guherandina nûçeyan Îngilizî bikin û di warê teknîkî, xebatên edîtioriyê û perwerdeya meslekî da tecrubeyên xwe parve bikin.