Haydar Şahin,Abdullah Tel
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya ku di nav bajarên tûrîzma baweriyê da ciyekê girîng digre ji bo "Hefteya Mizgeft û Wezîfedarên Dîn" pêşengeheke ku ji wêneyên mizgeftên li dinyayê pêk tê hat vekirin.
Miftîtiya Şanliurfayê di çarçoveya vê hefteyê da li hewşa Mizgefta Dergahê ya ku di nav mizgeftên herî mezin ên Tirkiyeyê da cî digre "Pêşengeha Wêneyên Mizgeftên Dinyayê yên Meşhûr" vekir.
Di nav van mizgeftan da Mescida Nebewî ya ku milyonek kes dikarin di heman demê da nimêja xwe bikin, Mizgefta Siltan Ahmedê û ji Pakistanê bigrin hetanî Qazaxistanê wêneya mizgeftên cuda hene.
Mustafa Erdemê Alîkarê Miftiyê Bajêr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di çarçoveya xebatên vê hefteyê da hin çalakî li dar xistin.
Erdem got ji bo ku bala welatiyan bikişînin ser mizgeftan ev pêşengaha vekirin, welatiyên ku nikarin herin mizgeftên li dervayê welêt ziyaret bikin îmkan dîtin ku wêneyên wan mizgeftan bibînin û der barê wan da bibin xwedîagahî.
Erdem destnîşan kir ku di pêşketina bajar û şaristaniyê da mizgeft xwedî roleke girîng in û wiha pê da çû: "Ew ziyaretvanên tên vê derê û nikarin herin wan mizgeftan bibînin bi saya van wêneyên hanê wan mizgeftan jî dibînin. Di nav mizgeftan da ya herî mezin Mizgefta Nebewî ya ku em dibêjin mizgefta Pêxember e. Em wêneyên mizgeftên li Dubaî, Pakistan û çar aliyê dinyayê ku balê dikşînin li vê derê nîşan didin. Em dixwazin bi munasebeta vê hefteyê bala welatiyan bikşînin ser mizgeftan."
Organîzatorê pêşangehê Suheyl Ozturkê diyar kir ku di rastiyê da jî mizgeft dergûşa mirovahiyê ne û ji bo nîşandina vê yekê pêşangeh vekirin.
Bekîr Aslanê li wêneyên di pêşangehê da hatine raxistin mêze dikir jî ragihand ku di wêneyan da jî xuya dike li dinyayê mizgeftên gelekî xweş hene.