Cüneyt Çelik,Ömer Tarsuslu
18 Hezîran 2023•Rojanekirin: 22 Hezîran 2023
Bendava Qersê ya ku mazûvaniya gelek çivîkên koçber dike, bû cihê hêwirîna refa pelîkanan.
Bendava Qersê ya ku ji bo dabînkirina pêdiviya ava seba zeviyên çandiniyê û ava vexwarinê ya cih û warên li deverê hat çêkirin, di 2018an da pêşiya avê hat girtin û av ket bendavê.
Bendav piştî ku bi rêjeyeke mezin tijî bû, ji bo jiyana heywanên çolê jî bû cihekî girîng û li derdora bendavê niha çivîkên koçber ên wekî pelîkan, qaqlîbaz, qirmiraviya reş û werdekên ser kesk dixuyên.
Salên çûyî bi tenê çend pelîkan hatibûn deverê, lê îsal pelîkan wek ref hatin cem bendavê.
Her wisa kesên dixwazin ji stresa jiyana bajêr dûr kevin jî diçin û li ber bendava xweza xweş pîknîkê dikin.