Türkan Tosun
30 Nîsan 2018•Rojanekirin: 01 Gulan 2018
KARS
Hin rêwiyên "Ekspresa Rojhilatê" ya ku di navbera Enqere û Qersê de seferê dike behsa rêwitiyên xwe yên berê û niha kirin û rojên berê bi bîr anîn.
"Ekspresa Rojhilatê" ya ku di navbera Enqere û Qersê de seferê dike xeta herî dirêj a Rêhesina Dewletê ya Komara Tirkiyeyê (TCDD) ye û li ser daxwaza turîstên herêmî û biyanî seferên wê dewam dike.
Tren ji Enqereyê dest bi seferê dike û li ser Kirikkale, Kayserî, Sîvas, Erzincan, Erziromê ra piştî 25 saetan û hezar û 310 kîlomêtro rêwîtiyê digîhîje Qersê.
Mustafa Karadagê ku 50 sal ewil 5 salî bû û bi kalikê xwe ra bi trêna "Ekspresa Rojhilatê" siwar bûbû behsa wan rojan kir.
Karadag anî ziman ew ji welatê xwe Sêwazê çûye Enqereyê û piştî salan careke din li vê trênê siwar bûye û behsa wan rojên berê û îro kir.
Karadag got dema ew bîçûk bû wesayît kêm bûn û ji ber wê ew bi trênê sîwar dibûn, lê ew ji ber rêwîtiya trênê kêfxweş dibûn.
Karadag wiha behsa bîranîneke xwe kir: "Di rêwîtiyeke me ya trênê de kalikê min wefat kir. Caw hat ku ez û birayê xwe em herin gund. Wê demê telefona me tunebû. Ez û birayê xwe ji gund derketin, lê trên di saeta xwe de nehat. Em di navbera Kangal û Çetînkayayê de rojekî asê man. Lê wê demê di trênê de sohbetên xweş dihatin kirin. Wê çaxê sîstema kompartimanê hebû, her kesî xwarina xwe derdixist û bi hev ra dixwarin. Dîsa rojekê di dema zarokatiya min da me ji gund heywanên ji bo qurbanê biribû Sêwazê. Piştî salan dema min ew îstgehên trênê dîtin ez xembar bûm."
Karadag got niha ew û jina wî Ayşe Karadag bi hev ra ji bo gerê ji Enqereyê çûne Qersê û wiha axivî: "50 sal berê mirovan alavên xwe ji gundan dibirin bajaran, lê niha ne wisa ye. Em ji bo kêfê û rojên berê bî bîr bînin trênê siwar bûn."
Rêwiyekî din ê bi navê Hasan Cellat jî got salên 1970-1980yan ji bo wan salên bîranînan ên herî xweş in û wiha axivî: "Bi Ekspresa Rojhilatê va çûyîna Erziromê, Sêwazê, Enqereyê wek agirekî evînê bû. Dîmenên me ji paceya trênê didîtin pir xweş bûn."
Cellat behsa wan rojan û rêwîtiyan kir û got niha ev 2 sal in dîsa bi Ekspresa Rojhilatê va heman rêwîtî tên kirin ku ev ji bo mirovên di temenê wî de ne tiştekî pir kêfxweş e.