05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
KARS
Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeya li Sariqamişa navçeya Qersê ku di nav navendên turîzmê yên zivistanê yên balkêş de ye bala turîstên herêmî û biyanî dikşîne.
Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê ku di nav daristana çamên zer ên li navçeyê de ye û bilindiya wê 2 hezar û 634 raqim e, ji bilî xwezaya xwe ya xweşik bi tesîsên xwe yên kaşûnê yên dirêj, sîstema modern a tûrnîke û 4 telesiyejên xwe ku di saetê de hezar û 200 kesî dibe tîne jî balê dikşîne.
Cibiltepeya ku demek berê sezona xwe vekir, ji niha ve zehf qerebalix e.
Kaşûnhez bitaybetî dawiya heftê tên navendê û kêfa berfê dikin.
Qaymeqamê Sariqamişê Yusuf Îzzet Karaman got ku Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê roj bi roj moderntir dibe û pêş dikeve û wiha axivî:
"Otêlên me ji niha ve ji sedî sed tijî bûn. Sermayedayerên me kêfxweş in."
- "Ji bo xizmeteke herî baş em hewl didin"
Qaymeqam Karaman destnîşan kir, ew hewl didin ku xizmeteke herî baş bikin û wiha dewam kir:
"Tesîsên me yên mekanîk û pîstên me hene. Em hewl didin ku xizmeteke herî baş bikin. Me îsal bi taybetî jî pergaleke modern a tûrnîkeyê çêkir. Kesên ku ji xweşiqitandinê hez dikin, bêyî ku qartên derbasbûnê ji bêrîka xwe derxin, wê ji tûrnîkeyê ra derbas bibin."
Midûrê Sarikamiş Dag A.Şyê Ebûbekir Urhan li Cibiltepeyê berpirsê tesîsên mekanîk û herêma pîstan e. Urhan jî got ku di tesîsan da teknolojiya modern hatiye bikaranîn.