Şahin Seçen
26 Tebax 2025•Rojanekirin: 28 Tebax 2025
Li Batmanê dîmenê Hesenkeyfa ku ji gelek şaristaniyan ra mazûvanî kiriye bi droneê hat kişandin.
Hesenkeyf yek ji wan jîngehan e ku bûye cih û warê şaristaniyên cuda. Li herêmê bermayî û mîrateya ji gelek şaristaniyan mane tên dîtin. Ber û berhemên dîrokî ku piştî çêkirina Bendava Veysel Eroglu (Ilisu) veguhastin arkeoparkê, li cihê xwe yê nû li benda ziyaretvanên xwe ne.
Dîmenên cih û warên dîrokî yên wekî Tirba Zeynel Begê, Mizgefta Er-Rizq û Mizgefta Siltan Silêman bi droneê va hatin kişandin.