ŞANLIURFA
Malbata ji Şanliurfayê dixwaze ku derguşên wan ên hevalcêwî yên ku 6 meh ewil bi hev ve hatin dinyayê bên tedawîkirin
Karkerê înşaetê Alî Yildiz nûçegihanê AAyê re got ku dema ku jina wî 4 mehî ducanî bû hîn bûne ku ji sê derguşên wan du heb bi hev ve ne.
Yildiz got ku dema zarok di zikê dayikê de bûn tişte ji destê wan nedihat û wiha axivî:
"Ji sê derguşan yek qîz e, her duyên ku bi hev ve ne jî kur in. Me navê wan danî Medîne, Muhammet û Mustafa. Piştî ku Muhammet û Mustafa hatin dinyayê ew sewqê Nexweşxaneya Fakulteya Tipê a Zanîngeha Hacettepeyê kirin. Piştî tedawiyeke 2 mehan em zivirîn bajarê xwe. Xwedîkirina van derguşan pir zor e. Ji bo ku ez alîkariya jina xwe bikim min dev ji kar berda."
Yildiz got ku ew ji dewletê û xêrxwazan alikariyê dixwazin û wiha axivî: "Em ji hêla manewî ve ne rehet in. Em dixwazin ku ev derguş ji hev bên veqetandin. Derûniyeta jina min xirab bû, nikarê şev razê. Dema ku zarok bûn gotin ku 'piştî 6 mehan em ê wan emeliyet bikin' lê niha dibêjin ku paşê werin."
Hulya Yildiza ku dayika zarokan jî got ku ew dixwaze ku tenduristiya derguşên wê baş bibe.