GAZÎANTEP/DIYARBAKIR (AA) - Başûrê Rojhilata Anadoluyê ku dixwaze bi pêvajoya normalîzebûnê re jinûve navê xwe belav bike, bi mîrata xwe ya çandî çaverêya geştiyaran e ku deriyê dîroka hezar salî ji wan re li veke.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên AAyê berhev kirin, Başûrê Rojhilata Anadoluyê ku di serdema têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de, para xwe ya ku dixwest nesitend, bi pêvajoya normalîzebûnê re dîsan dixwaze vegere rojên xwe yên berê yên şoxûşeng.
- Wîstgeha yekem Gazîentab

Gazîentaba ku bi geştiyariya xwe ya gastronomiyê balê dikişîne ser xwe, bi piranî dibe wîstgeha yekemîn a geştiyaran.

Geştiyarên ku têne vî bajarî di serî de Muzeya Mozaîkê ya Zêûgmayê li gelek muzeyan digerin.

Herwiha li cihên weke Çarşiya Baqirciyan, Bazara Elmacî û derdora Keleha Entabê digerin û derfeta serdana Bexçeyê Ajelana Gazîentabê ku yek ji mezintirîn bexçeyê ajelan a cîhanê ye dibînin.
Geştiyarên ku ji geriyanê betilîn, li xwaringehên Entaba ku UNESCOyê ew di warê gastrnomiyê de li "Tora Bajarên Aferîner" zêde kiriye, li ser sifreyên mukellef ziyafetê dikişînin.
- Çiyayê Nemrûdê wîstgeheke din a geştiyaran e

Geştiyarên piştî geriyana li Entabê berê xwe didin Adiyamanê û ji bo dîtina avabûn û hilatina rojê derdikevin Çiyayê Nemrûdê û herwiha serdana Bajarê Kevnare yê Perreyê jî dikin.
- Dergûşa şaristaniyetê Ruhaya bajarê pêxemberan

Yek ji nebê nabê ya bajarên Başûrê Rojhilata Anadoluyê bêguman bajarê Ruhayê ye.
Girê Mirazan a xwedî dîrokeke 12 hezar û 500 salî ku weke bermayikên perestgeha herî kevnare ya cîhanê tê qebûlkirin, li vî bajarê li benda geştiyaran e.

Xelfetî ya ku bi bedewiya xwe siruştî navbang e digel Herranê û Gola Masiyan a ku tê gotin Birahîm Xelîl lê jidayikbûyê, li serê rima geştê ne.
- Bajarê kevnare Diyarbekir

Geştiyarên ku têne bajarê Diyarbekira kevnar e dilê xwe li ser sûrên bedena Amedê ya ku di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê de ye dihêlin, Birca Keçê digel Ben û Senê dibînin û peyre jî lingê wan, wan ber bi Bexçeyên Hevselê ve dikişîne.

- 5emîn Herema Şerîfa Misilmanan: Mizgefta Mezin
Li navçeya Sûrê Mizgefta Mezina ku weke 5emîn Herema Şerîfa Misilmanan tê zanîn, ciheke herî giring a herêmê ye ku pêdivê mirov bibîne.
Xana Dîrokî ya Hesenpaşa, Mala Dengbêjan, Xana Silûkê bi tam û çêjên xwe yên herêmî taştiyeke xweş pêşkêşî mêvanên xwe dikin.
Piştî taştê geştiyar berê xwe didin Muzexaneyên Cahît Sitki Tarancî û Ziya Gokalp. Herwiha Mesreseya Mesûdiyê ku yek ji Zanîngehên yekemîn ên Anadoluyê ye, Muzeya Ahmed Arif, Medreseya Zincîriyê ya Amedê, Qesrên Cemîl Paşa, Îskender Paşa û Suleyman Nazîf li benda hezyarên dîrok û edebiyatê ne.

Dêra Kildanî ya Mor Petyum û Dêra Ermenî ya Surp Gregos, Mizgefta Şêx Meter, Mizgefta Hezretî Suleyman, gorên sehabeyan, pira deh derî û herwiha bi hemî kolanên xwe yên dîrokî, Amed rêwîtiyeke dîrokî pêşkêşî geştiyaran dike.
- Keleha Zêrzîvanê ronahiya dîrokî
Di navbera Çinara navçeya Diyarbekirê û Mêrdînê de, cîh û warê eskerên Împaratoriyeta Roma, Keleha Zêrzîvana 3 hezar salî ku di Lîsteya Berwext a Cîhanê ya UNESCOyê de, ji bo geştiyaran dibe atmosfereke efsûnî.
Navçeya Egilê ya ku tevî Zulkifl û Elyesa gorên 9 pêxemberan lê ye, bi siruşta xwe ya dilrevîn û Gola Bendavê ya Keçakey, sarincên avê bala dîrokhezan dikişîne.
- Bi şev gerdenî, biroj seyrangeh: Mêrdîn

Bajarê xweşbînî û dîrokê ku di nava gel de, weke bi şev gerdenî, biroj seyrangeh, tê binavkirin, bi mizgeft, medrese, dêr û manastirên xwe, bi mîmariya xwe ya taybet geştiyaran mest dike.
Muzeya Mêrdînê û keleha wê bi roj seyrangeh in, Qesrên wê bi mûzîka xwe ya rêhanî jî bi şev ji geştiyaran re dibine gerdenî.

Dêr Zaferan (Mor Hananyo) ya ku li ser zinarên navendê hatiye çêkirin, Dêr Umir (Mor Gabrîel) li Midyadê ku weke 3yemîn manastira mezin a cîhanê tê qebûlkirin, Mor Ewgîna ku weke "Sumeleya Mezopotamyayê" tê dîtin li Nisêbînê, ji bo geştiyaran dibine wîstgehên dîrokê.

Bajarê Kevnare yê Darayê ku bi qasî 30 kîlometroyan dûrî navenda bajêr e jî weke "Efesa Mezopotamyayê" tê zanîn çaverêyê mazûmvaniya geştiyaran e.