Sidar Can Eren
09 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2024
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê gol û fetlonekên Zozanê Deveçukuruyê kêrî heywandariyê tên.
Li navçeya ku bi xweşikahiyên xwe yên siruştî balê dikişîne û dikeve navbera çiyayên Munzur û Mercanê, çandinî û heywandarî zêde ye.
Li navçeyê gelek golên qeşayê, şelale, kanyon û zozan hene.
Zozanê Deveçukuruyê jî yek ji van zozanan e û bilindahiya wê nêzî 3 hezar mêtre ye. Zozan bi gol û fetlonekên xwe yên destpêneketî va balê dikişîne.
Gol û fetlonekên li vî zozanî seba heywandariyê pir kêrhatî ne. Di heman demê da jî siruşthez û gerok van gol û fetlonekan ziyaret dikin.
Zozanê ku birên pez li ber avên wê diçêrin, bi droneyê hat kişandin.