Sabri Yıldırım
09 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2024
Koçerên ku li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê debara xwe bi heywandariyê dikin, havîna xwe li zozanên hênik ên Mûşê derbas dikin.
Zozanên bilind ên wî bajarê mazûvaniya koçer û ajelên wan dikin.
Koçerên ku biharê ji Mêrdîn, Şirnex, Sêrt û Batmanê bi rêwîtiyeke dûr û dirêj digihêjin herêmê, heywanên xwe li mergên hênik diçêrînin.
Koçerên ku konên xwe li cihên diyarkirî vedidin, bi firotina berhemên ji şîrê miyên xwe çêdikin debara xwe dikin.
Serokê Yekîtiya Ajeldarên Pezên Dermale yê Mûşê Nîmet Salkim li Zozanên Uçevlerê ya ku raqima wê 2 hezar û 500 e, serdana koçeran kir.
Salkim di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamegeran da got ku potansiyela ajeldariyê ya parêzgehê zêde ye.
Salkim diyar kir ku li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ajeldar havînan zozanên bajêr hildibijêrin û wiha got:
"Li bajarê me serjimara pez milyonek û 150 hezar e. Bi hatina koçeran ra ev serjimar ji milyonek û 300 hezarî derbas dibe. Zozanên me gelekî hênik in û merg û çayirên wê xweş in. Koçerên ku seranserê demsala havînê pezê xwe li zozanên Şênê, Çiyayê Qozma, Uçevlerê digel navçeyên Bulanik û Vartoyê diçêrînin, bi firotina berhemên ku ji şîrê pez bi dest dixin debara xwe dikin."
Yek ji koçerên ku li Zozanên Uçevlerê dimînin Ceyhan Yildirimê diyar kir ku ew her sal tên van deran û ajelên xwe diçêrînin.
Yildirim, diyar kir ku li zozanan mêrgên xweş hene û wiha got: "Em seranserê havînê li vir dimînin. Rojê 2 caran em pêz didoşin. Em şîrê pir bi adan û xweş bi dest dixin."