Talha Koca,Kemal Özdemir
09 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2024
Li Kemaliyeya navçeya Erzîncanê ya ku ji aliyê Yekîtiya Bajarên Aram ya Navneteweyî va wek "bajarê aram (cittaslow)" hatiye hilbijartin, tûyên Egînê bi rê û rêbazên berê wek dims tên amadekirin.
Li navçeya ku di Lîsteya Berwext ya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire, ji 9900 darên ku li ser qadeke 180 dekarî ne bi salane 673 ton tû tê hilberandin.
Welatî tûyan berhev dikin û paşê jî li ber tavê zîha dikin.
Piştî zîhabûnê jin pel û balçikên tûyan paqij dikin, dixin sîtilan û li ser agirê daran dikelînin ku bibe dims.
Tûyên li herêmê tên hilberandin di sala 2021î da wek "Tûyê Egînê/Tûyê Kemaliyeyê" bi îşareta erdnigariyê va hat tescîlkirin.
Latîf Yalçinerê hilberîna tûyan dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand tûyê Egînê di dîroka Kemaliyeyê da xwedî cihekî girîng e.
Yalçiner got ew debara xwe bi tûyan dikin û wiha axivî: "Tû heta dawiya tebaxê 5-6 caran çêdibe. Berê ji bo tenekeyek tû, 5-10 teneke genim didan. Ev bazareke girîng e, qezenceke girîng e. Ji ber vê, ya ku Kemaliyeyê dike Kemaliye nirxê bazarê ya van tûyan e."
Aysel Yalçinera 84 salî ya ku dims çêdike jî got çêkirina dims karekî bi zehmet e.