Haydar Şahin
19 Mijdar 2020•Rojanekirin: 19 Mijdar 2020
Li rojavayê Antalyayê û dorberê Muxlayê şiliyê, li Erzincan, Tuncelî û Erdexanê jî şilope û berfê bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku îro li welêt hewayê ewrsayî û ewravî be.
Li gor vê li herêmên Ege û Behra Sipî, başûrê rojavayê Anadoluya Navîn, pereva Behra Rex, rojavayê Rojhilatê Anadoluyê, Herêma Başûr Rojhilatê Anadoluyê, Ordî û Erdexanê, Stenbol, Kirklarelî, rojhilatê Çeneqeleyê, bakurê Balikesîrê baranê bibare.
Baranê bi piranî wekî şilî be, li peravên Behra Sipî û dorberê Muxlayê şilî, li Erzincan, Tuncelî û Erdexanê şilope û berfê bibare.
Tê texmînkirin ku li welêt germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be.