Abdullah Tel
04 Îlon 2018•Rojanekirin: 05 Îlon 2018
MUŞ
Cotkarên ji Mûş û bajarên derdorê bi armanca ku bi bihayekî çêtir bifiroşin tovên zebeşan dereng reşandibûn û niha jî dest bi kandêlkirina zebeşên hatine, kirin.
Tevlî cotkarên ji bajêr cotkarên ji Batman, Diyarbekir û Mêrdînê hatine jî li zeviyên ji bo zebeşan kirê kirine kar û barên xwe didomînin.

Cotkarên bi vî karî ra eleqedar in bi armanca bi bihayekî çêtir bê firotin tovên zebeşan dereng reşandibûn û niha jî dest bi kandêlkirinê kirin û wan li TIRên qirase bar dikin û ber bi bajarên curbecur ên Tirkiyeyê va birê dikin.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê bajêr Mehmet Aydin daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku di qada çandiniyê da Mûş devereke girîng e.

- "Bi qasî 60 milyon lire wê dahat jê bê"
Aydin destnîşan kir ku li Deşta Mûşê bi qasî 370 hezar donim erd tê ajotin û çandinî tê kirin ji bo zebaşan jî bi qasî 15 hezar donim erd hatiye cihêkirin û axaftina xwe wiha domand: "Li gor daneyên ber destê me îsal bendewariya me ew e ku bi 60 hezar ton zebeş derkeve û dahata ji vê ya bo bajêr jî bi qasî 60 milyon lire ye. Li welatê me zebeş ewil li Edeneyê derdikeve paşê li Diyarbekirê didome û herî dawîn jî li Mûşê derdikeve. Yanî zebeşên dawîn ji Mûşê derdikevin û em wan dişînin çar aliyê Tirkiyeyê. Zebeşên Mûşê ji ber ku şîrîn in û ziwa nîni tehma wan xweş e."
Yilmaz Bayramê ku ji Mûşê zebeşan dikire û dibe li bajarên rojavayê Tirkiyeyê difiroşe jî got ku li deverên din êdî kandêlkirin bi dawî bûye û wiha pê da çû: "Li vê derê kandêlkirina zebeşan hê nû dest pê kir. Zebeşê Mûşê gelekî bi qelîte ye û tehma wî xweş e. Ji ber vê jî bazara wî heye."