Türkan Tosun
04 Îlon 2018•Rojanekirin: 06 Îlon 2018
MÛŞ
Li bajarê Mûşê germahiya hewayê 35 pile ye, zarok ji bo ku hênik bibin dikevin çemê Karasuyê.
Li gundê Eşmepinara li ser Haskoyê zarok ji bo ku hênik bibin di nav rojê da dikevin avê û kêf dikin.
Ji zarokan Yunus Onuk got ew hatiye gund ku di zeviyê da alîkariya malbata xwe bike, ji ber germê ew dikevin çem.
Onuk wiha got: "Av pir bilind nîne, ji ber wê em bi rehetî avjeniyê dikin."