Sidar Can Eren
01 Tebax 2024•Rojanekirin: 05 Tebax 2024
Koçerên derdikevin zozanên Tunceliyê, ji bo ku pezê xwe baş biçêrînin û şîrê pezê wan zêde bibe, gelek tengasiyan dikişînin.
Koçerên ku li navçeyên Pertek, Çemîşgezek, Mazgirt û Hozatê dijîn, bi salan e pez xwedî dikin.
Koçer mecbûr in ku timî bi heywanên xwe ra eleqedar bibin. Ji bo vê jî havînê berê xwe didin navçeyên Ovacik û Pulumurê û derdikevin zozanên Hengirwan, Deveçukuru, Karagoz, Fîkîrîk, Havaçor, Karagol, Bagir, Hel, Meydan û Buyerê ku raqima van zozanan nêzî 3 hezar mêtreyî ye.
Koçer kom komî dibin û ji xwe ra konan vedigrin, birên pezê xwe li mêrg û mexelên hênik diçêrînin û li ser çem û kaniyan av didin.
Pezên ku li mêrg û mexelan diçêrin kok dibin, şîr didin. Cohên ku traktorê naçinê, koçer li ser pişta hesp û guhdirêjan erzaqên xwe dikişînin.
Ji bo hirçê boz, gur û wawîkan jî koçer kûçikan xwedî dikin û kûçikên şivan timî bi bira pez ra diçin û tên.
Koçer heta payîza derengî li zozanan dimînin û rojê du danan jî pez didoşin.
Şivan bira pez tînin bêriyê û li vê derê bêrîvan pez didoşin, şîrê xwe dixin sîtilan û pê penêrê şoravê û penêrê eyaran çêdikin.
Koçer digel zor û zehmetiyan vî karê xwe yê bav û kalan didomînin û bi firotina zexîreyê debara xwe dikin.
Ji koçeran Azîz Konak ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew nêzî 3 meh û nîvan li zozanên navçeya Ovacikê dimînin.
Ji bêrîvanan Kiymet Konakê jî diyar kir ku şert û mercên li zozanan zehmet e û wiha dewam kir, "Em penêr davêjinê, nan dipêjin û kincan dişûn. Em xurekê şivan û malê çêdikin. Mêr jî aliyê me pez didoşin, penêr dipîvin û pez diçêrînin."