Türkan Tosun
29 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2019
Karkerên demsalî yên ji bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hatine Orduyê findiqan berhev bikin, hêvî dikin heyama berhevkirinê baş derbas bibe.
Ji berhevkirina findiqan ra çend roj man. Karkerên ji bajarên wek Şanliurfa û Adiyamanê hatin Orduyê di bin nezareta Walîtiya Orduyê da li navçeyên Fatsa, Perşembe, Altinordu û Unyeyê konê xwe vegirtin.
Li Turnasuyuya taxa Altinorduyê ji bo karkeran mescîd, cihê serşûştinê, destavê û ji bo lîstina zarokan jî qadek hat amadekirin.
Ji bo pirsgirêka av û ceyranê çênebe jî Walîtiyê av û ceyran da herêmê.
- "Înşallah îsal him ji bo karkeran û him jî ji bo xwediyê baxçeyan bibe saleke baş"
Lutfu Aslanê bi ekîbeke 50 kesî va ji Şanliurfayê hatiye Orduyê ji nûçegihanê AAyê ra got ew par 15 rojan xebitîne, lê hêviya wan ew e îsal mehekê bixebitin.
Arslan anî ziman li gor gotina gel îsal findiq zêde ne û wiha dewam kir: "Înşallah îsal him ji bo karkeran û him jî ji bo xwediyê baxçeyan bibe saleke baş."
- "Xwedê hez bike emê heta mehekê li vir bimînin"
Karker Kemal Durmuşê ji Adiyamanê hatiye jî got ew bi malbata xwe ya ji 5 kesan pêk tê va hatiye Orduyê findiqan berhev bike û wiha axivî: "Xwedê hez bike emê heta mehekê li vir bimînin û piştî heyameke baş vegerin memleket. Serokomarê me bihayê findiqê eşkere kir, rûyê hîlberîneran keniya. Em jî hêvî dikin baş derbas bibe. Xwedê zewalê nede gel û dewleta me."
Sevgî Dursuna ji Şanliurfayê hatiye jî got ew xwendekara lîseyê ye, cara ewil e tê berhevkirina findiqan û dixwaze ji hêla aboriya va xêra wê bigîhîje malbatê.
Mehmet Canpolatli û Orhan Kuzu jî anîn ziman hêviya wan ew e heyama berhevkirinê xweş derbas bibe û ew bi rûkenî vegerin malên xwe.
Endamê Lijneya Rêvebiriya Yekîtiya Odeyên Zîreatê yê Tirkiyeyê Arslan Soydan jî got ji ber ku findiq îsal zêde ye hejmara karkeran jî zêde ye.
Soydan got karker hatine bi cih bûne û ewê bikaribin birehetî bixebitin û got hêviya wî ew e ku heyama berhevkirinê xweş derbas bibe.
Walîtiya Orduyê got karker rojane serê merivê 86 lire wê qezenc bikin.