Rıdvan Korkulutaş,İbrahim Toprak
28 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2023
Li Bingol û Batmanê berf barî.
Li Bingolê berfa ku sibehê dest pê kir bajar bi spî xemiland.
Li Bingola ku zivistana herî bêav a salên dawîn derbas dike berfa ku dawiya meha rêbendanê barî welatî kêfxweş kirin.

Esnaf Saîm Seçkîn di daxuyaniya xwe da diyar kir ku çendî sal e zivistaneke ev qas bêav û hişk nedîtin û wiha axivî: "Em demek dirêj e li benda barîna berfê bûn. Teqdîra Xwedê, nexwe ew roj îro bûye. Heke berf nebariya dê gelekî xirab bûya. Înşeallah hişkayî jî dê xilas bibe. Bendavên me tijî bibin û zadên me şîn bibin."
Şeftiya Şaxa 84emîn a Rêbejan piştî barîna berfê bi 26 ekîb û kêm zêde 40 wesayîtan va dest bi xebata paqijkirina berfê kir.
Ekîb li rêyên Bîngol-Elezîz-Diyarbekirê li herêmên di bin berpirsyariya xwe da xebatên paqijkirina berfê dikin.

Ekîbên Şaredariya Bingolê jî li kolan û peyarêyan xebatên paqijkirina berfê kir.
-Batman
Ji ber berfa ku li cihên bilind ên Sasona navçeya Batmanê barî rêya 4 gundan hat girtin.
Li navçeya Sasonê ji bo ku rêyên gundên Dîkbayir, Kaleyolu, Dortboluk û Dagçatiya ku rêyên wan ji ber berfê hatin girtin bên vekirin xebatên ekîban didomin.
Îdareya Taybet a Bajêr xwest ku bila di wesayîtên welatiyên ku rêyên gundan diemilînin da zincîr hebe.