İbrahim Toprak
05 Gulan 2022•Rojanekirin: 06 Gulan 2022
Li navenda Batmanê barana gur û teyrok barî.
Li Batmanê nîvrokî barana gur û teyrok barî. Welatiyên ku baran û teyrok di ser wan da barî xwe avêtin dikan û rawestgehan.
Ji ber barana zêde li bajêr av bi erdê ket û ji ber teyrokê jî li hin cî fenanî berf barî be çîl û sipî bûn.

Li navenda Adiyemanê teyrok barî
Welatiyên ku teyrok di ser wan da bariya xwe avêtin dikan û rawestgehan.
Ji ber ku libên teyrokê mezin bûn hin welatiyan wesaîtên xwe bi xalîçeyan nixumand û kolan û kuçeyên bajêr fenanî berf barî be sipî bûn.