Şahin Seçen
21 Gulan 2025•Rojanekirin: 22 Gulan 2025
Li Batmanê çinîna nîskên sor dest pê kir.
Li gundê Uçyola ser bi Heskîfa navçeya Batmanê dest bi çinîna nîskên sor kirin.
Nîskên sor ên ku ji aliyê proteînê va dewlemend in, li herêmê xwedî cihekî giring in.
Muxtarê gundê Uçyolê Ahmet Orhan diyar kir, ji bo erdên ku nîsk li wan hatine çandin sîgorteya çandiniyê çêkirine.
Orhan destnîşan kir ku piştî venêhirîna rayedarên Pergala Hawizê Sîgorteyên Çandiniyê (TARSÎM) cotkaran dest bi çinînê kir û wiha got, "Ev nêzîka 35 salan e ez cotkariyê dikim. Li gundê me nêzî 2 hezar donimî, erd tên çandin."
Hakan Orhanê ku yek ji paleyan e anî ziman ku ew di germa havînê da paleyî û çinînê dikin.
Orhan got, "Hilma hewyê digihîje 35 pileyan. Serê sibehê saet 08.00an em tên nav erd û heta saet 17.00an em dixebitin. Ji bo em xwe ji tavê biparêzin, em rûyê xwe dinixumînin."