Metin Özmen
04 Îlon 2024•Rojanekirin: 05 Îlon 2024
Li Sasona navçeya Batmanê çiyager hilkişiyan ser Çiyayê Meretoyê.
Di çarçoveya çalakiyên "Festîvala Sasonê ya Hingiv, Gûz, Tûfrengî û Zozanan" da ya bi alîkariya Walîtiya Batmanê, Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Parêzgehê û Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û her wiha bi organîzasyona Qaymeqamtî û Şaredariya Sasonê hat lidarxistin, 50 çiyagerên ji parêzgehên cuda yên Tirkiyeyê hatin, ji Zozanê Harrûtê va hilkişiyan ser Çiyayê Meretoyê.
Çiyager piştî meşeke 2 saetan derketin zîrweya çiyayê 2 hezar û 973 metre bilind.
Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê Abdurrahim Ekin ji rojnamegeran ra diyar kir ku ew tevî çiyagerên ji Diyarbekir û hin parêzgehên din hatine, hilkişiyan zîrweya çiya.
Nûnerê Federasyonê yê li Parêzgehê Emrullah Girgin jî diyar kir, Çiyayê Meretoyê yê ew car carî rêya xwe pê dixin, pir xweş e.
Ahmet Yildizê ji Diyarbekirê hatiye jî got ku ev cara sêyem e ew hildikişe ser Çiyayê Meretoyê û her wiha bangî siruşthezan kir ku biçin dîtina herêmê.