Rıdvan Korkulutaş
05 Nîsan 2023•Rojanekirin: 09 Nîsan 2023
Li Bîngolê leglegên ku di payîzê da çûn deverên germ bi biharê ra dageriyan û dîsa li ser hêlînên xwe danîn.
Leglegên bi biharê ra dageriyan bajêr dîsa li ser hêlînên xwe yên li ser kutekên elektrîk û têlefonê û li ser qubeyên mizgeft û banê xaniyan danîn.
Ji ber ku li Bîngolê zivistan çetin e leglegên biharê tên bajêr zivistanê diçin herêmên germ û biharê jî dadigerin.
Welatî jî eleqeyeke mezin nîşanî leglegên mizgîna biharê ne didin û wan diparêzin.