Cebrail Caymaz,İbrahim Özcan
06 Nîsan 2023•Rojanekirin: 06 Nîsan 2023
Li Kilîsê cesedê keçika 9 salî ya ji Sûriyeyê ye ku piştî dibistanê nehatibû malê, di bîra avê da hat dîtin.
Gîna Mercîmek a ku pêr ji mala wan a di Kuçeya Medreseyê ya ser Taxa Selvîliyê bû derket û çû dibistanê piştî mekteb belav bû nehat malê û xebatên lêgerînê dest pê kir. Di bîra avê ya li bexçeyê H.Byê di heman kuçeyê da rûdinê cesedê keçika 9 salî hat dîtin.
Ekîba agirkujiyê ya hat ciyê bûyerê ava ji bîrê vala kir û cesedê keçikê ji bîra bi qasî 12 metre kur bû derxist.
Hat hînbûn ku birîket bi hustiyê Mercîmekê va girêdayî bû.
Cesedê sebiya biçûk ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddîn Yavaşca.
Ekîba polêsan da pey gumanbar H.B û ew li Taxa Çetînê bi dest qefalt.
Ji hêla din va komeke ku bûyer bihîstin û bertek nîşanî rewşê dan li pêş Qereqola Beşevlerê kom bûn.
Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Ahmet Kurt bi welatiyên bertek nîşanî gumanbar dan ra axivî.
Qelebalix paşê belav bû.