Sidar Can Eren
05 Nîsan 2023•Rojanekirin: 06 Nîsan 2023
Li Tunceliyê li cotkaran 4 hezar û 890 şaxên fêkiyan hatin belavkirin.
Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Tunceliyê li bajêr eraziyên vala ji bo şaxên fêkiyan diemilîne.
Di vê çarçoveyê da li navçeyên Hozat û Çemişgezekê bernameya belavkirin tov hat lidarxistin.
Wekî din di bernameyê da li cotkaran 2 hezar û 585 şaxên tûyê û 2 hezar û 305 şaxên behîvan hatin belavkirin.