Önder Beyter
16 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2019
Li ser rêbejaya D-100 li tanga Çiyayê Boluyê mijê ku tesîra xwe nîşan da ji bo veguhestinê zehmetî derxist.
Li herêmê ji destê sibehê pê va li Yumrukaya, Xaçerêya Abantê, Bakacak, Karanlikdere û Seymenlerê binavber mij tesîra xwe nîşan dide.
Ji ber mijê li herêmê mesafeya dîtinê cih cihan berjêrî 25 metreyan bû û lewma ajokaran zehmetî kişand.
Ekîbên rêbejayê bi tabelayên roniyê û lembeyên mijê va ajokaran hişyar dikin.
Ekîbên trafîqê ku li herêmê peywirê dikin jî ajokaran hişyar dikin ku zêde nêzîkî hev nebin û wesayîtê zêde bilez nejon.