Sayim Harmancı
06 Nîsan 2023•Rojanekirin: 10 Nîsan 2023
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê bi hatina biharê ra gel hêdî hêdî pezên xwe derdixe çêreyê.
Li navçeyê zivistan piranî giran û dirêj derbas dibe û ji ber vê jî heywandar bi hatina biharê gelekî kêfxweş bûn.
Deşt û zozanên bi gul, çîçek û giyayan şên bûne bala pez û dewar dikişîne û wan ber xwe va tîne.
Pez û dewarên di rojên zivistanê da di axuran da bi êm û kaya dikirin ber wan va qayîl dibûn, bi hatina biharê ji hindir xilas bûn.
Berxik û karikên mizgîniya biharê ne jî hêdî hêdî berî derva didin ku bila ew jî biçêrin.
Ji xwediyên pez Îslam Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan berxikan tevî dayikên wan derxist çêrê û bi qasî 5 mehan e ku ew ji ber zivistanê di axuran da pez xwedî dikin.
Ji şivanan Soykan Çelîkhasi jî got ku bi qasî 10 rojan e ku wan pez derxistiye çêrê û ew tevî pez ji halê xwe razî ne.